| |
| [mamik] mamikên botîyan |
|
| 2011-04-07 19:16 |
:: Eminê Banehî info@kurdigeh.com |
|
MAMIKÊN BOTAN I
1.) Biharan bûk e,
Havînan sûk e;
Pehîzan pepûk e
2.) Keçika heft kezî
Kaşika ve bezî
Kir hewar û gazî
3.) Ser qulîpancî zirçone
‘Eyar heye mû tine
4.) Ser gelgele bin gelgele
Çev zîq e, simbél bel e
5.) Mamikê miné mamanî
Me bénderek hilanî
Genim j’kayê pi(r)tir anî
6.) Ez çûm Gite
Anî darek du gulte
Da nêvrana bavé te
Bû çirçira diya te
7.) Ez çûm êş e (aş)
Kelaşek li êş e
Heft linga dide pêş e
8.) Çeqmeq e
Çeq û req e
Heçî nezane ehmeq e
9.) Hanyan e,manyan e
Ferşê derê kaniyan e
Rê nade karwaniyan e
10.)Çil çîq in,
Çil belçîq in
Çil mifte ne
Çil ode ne
Çil têde ne
11.) Vî milî teht e,wî milî teht e
Gakê nêv de, şil û şeht e
12.) Vî milî réx e,wî milî réx e
Di nêv de taştiya şêx e
13.) Ez çûm nizarkê
Nal-nala birîndarkê
14.) Ji hire û bexda
Kulav rada
15.) ‘Emerê b’lingekê
Çû şerê gundekê
16.)Soro rît, gewro avêt
17.) Keçka du kezî
Serbanî ve bezî
18.) Mamikê mino
Ez ji serî dikim dirêj dibe
Ez ji rexê dikim pehn dibe
19.) Hespé boz, kir toz
20.) Ciwan e lé serboz e,
Her dem dora wî toz e
21) Mamiké minî mamanî
Pénc bira qesrekê ava dikin
22) Qesra spi ya béderî
23) Sîniya savaré ser, guhé daré
24.) Hiltîto miltîto,
Şêx Silémanokê dûv rûto
25.) Neydûkdar e, pé xepar e..
26.) Ker zirî; kuşpil firî
27.) Şim-şeq; li dîwaré req
28.) Ji hir û rex te,
Çift qûna te
BERSIV:
1.Dara fékî
2.Sûsik
3.Beq
4.Kévroşk
5.Méşa hingivî
6.Caw û meqes
7. Kévjal
8.Çeqmek
9.Qerîsek(Cemed-Qeşa)
10. Qur’an
11. Hevîr
12. Hingivî
13. Méşa hingivî
14.Berf
15.Mîrkut
16. Agir
17. Bangur
18.Cûya avé
19. Aş
20.Aşvan
21. singikén /şîşikén goreyan
22. Hék
23.Hinar
24.Majmajînatik/marmarîjatik
25. Dîk
26.Tifing
27. Çilm
28. Kéç
(Emîn Banehî)
|
|
|