Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Wênedanik- Malpera Kurdîgehê ''Konferansa Zimanê Kurdî ya Navneteweyî ya Kurdîgehê '' çêkir.
2013-03-18 12:00
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Malpera Kurdîgehê li 10ê Adarê li Diyarbekirê Konferanseka Zimanê Kurdî ya Navneteweyî çêkir.

Mereqdarên kurdîyê bi hişyarîyê li konferansê fekirin(nêrîn) û guhdarî lê kirin. Salona Navenda Kongreyan ya Zanîngeha Dîcleyê ji guhdar û temaşevanên konferansê tejî bû.

Prof. Dr. Michael L. Chyet(bi rêya Skaypê) , Prof. Dr. Michiel Leezenberg, Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Ass. Prof. Zuzan Barwari, Ass. Prof. Dr. Abdurahîm Alkiş û rojnamevanê Mihemed Sanrî, li konferansê axivîn.

Ew kesên axiftin bi rêzê ve, li ser van mijaran axiftin:

Prof. Dr. Michiel Leezenberg: Zimanê zikmakî çi ye û Ji Elî Teremaxîyî heta Ehmedê Xanî çend nûmeyên perwerdekirina li medreseyan.

Prof. Dr. Kadri Yıldırım: Perwerdeya zimanê kurdî îro di çi astê de ye, perwerde bi kîjan meteryalan û bi kîjan rêbazê tê dayin.

Ass. Prof. Zuzan Barwari: Gelo pîvanên perwerdekirinê û çêkirina meteryalên perwerdekirinê çi ne, xusûsîyetên kurdîyê çi ne û divê li gor pîvanên navneteweyî pewerdeya kudrdî bi kîjan rêbazê û kîjan meteryalan bê kirin.

Prof. Dr. Michael L. Chyet: Rastbînî û ferhengsazî

Mihemed Sanri: Bi rastî û xeletiyên wê ve zimanê medyaya kurdî.

Ass. Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş : Zimanê Bawerîyê

**


Edîtorê Kurdîgehê Miradê Gundikî konferans bi rê ve bir.

--


Mereqdarên Kurdîyê salon tejî kiribûn û bala wan li ser axiftinan bû.
---


Li destpêkê: Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Prof. Dr. Michiel Leezenberg û Ass. Prof. Zuzan Barwariyê axiftin.
---


Çapemenîyê dîmenên konferansê girtin.
---


---

---

---

--


:. Li Rûniştina didoyê Mihemed Sanrî û Ass. Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş axivîn.

----



:.. Prof. Dr. Michael L. Chyet ji Washingtonê bi rêya Skaypê axivî.
---


Alî Bayramî ji bo piştgirîya maddî û manevî ya ji bo konferansê plaket stand.
---

--

---

---

---

--


.. Ji pêşiya destpêkirina konferansê hinek problemên sînevîzyonê edîtorê Kurdîgehê aciz kir :)



-----