| |
| [helbest] ne mixabin |
 |
| 2012-04-10 07:34 |
:: Alî BAYRAM info@kurdigeh.com |
|
Gulê ji dilan diçinim gula dil tu yî. dil di qefesê de exsîr e qefesa dil tu yî. her naxeyedim ji dil, vîyan û azara dil tu yî.
***
Yar li ser texte dil rûniştiye li kêlekê ez, gerden morî û mircan veristî ye, ji guharkên yarê zinginiya biharek nû dibare, ma ne ji perpitîna dile min e ew bêdengiya te?
***
Ez napirsim di dojeha kî dilî de vemiriye, di goristana kî temenî de veşartîye, ya min û ya te tenê " rojek ji rojên eşqê bû". Çîrok bû çîvanok bû ya rasttir metelok bû. Ne mixabin…
:: Alî Bayram
|
|
|