| |
| [helbest] Stenbol |
 |
| 2011-11-22 00:23 |
:: Nazê BAWERÎ info@kurdigeh.com |
|
stenbol
...
li ser behrê keştiyek,
di keştiyê de helbestvanek
bi pênûsa xwe sînga behrê diçirand
helbesteke ji behra xeman e stenbol...
kalemêrek li nav kolaneke Silêmanî
di destan de bilûrek, bi newayên dilşewat,
bi serê tiliya xwe bîranînan dilorand
serxweş dikir stenbol...
kurikekî Galatayê masî digirt
kişand û kişand nîka xwe
di dawiyê de, min dît
stenbolê girt, dilê xwe de dagirt
ber deriyê mizgeftê genim difiroşe pîrikek
simîtan diavêje qaqlîbazan merivek
bi hestên birçî lê dinêre zarokek
dengê qaqlîbazan de qajîneke stenbol...
xortekî ji cixara xwe mijek kişand
dûyek evînî li ruyê keçikê xist
keçikê li gîtara xwe xist,
newayê li ber dilê stenbolê dayxist
dimeşin li aliyekî ew, li aliyekî ez
diherike navberê de stenbol
li avrêlê de baranekî qels e
meşên me yên di nav kavilan e stenbol
li dîmenê dinêrim;
çawa jiyan e, çawa bajar e ?
şanogehek bê perde,
bê temaşevan û lîstikvan
navnîşana kurtejiyana evînên min e
stenbol
...
Nazê Bawerî
- Ev helbest di hejmara 6ê ya kovara PênGAVê de jî belav bûye. -
-----
|
|
|