| |
|
[helbest] evînên ji ber çûyîn
|
|
2011-11-22 23:53
|
:: Pezkûvîyê CÛDÎ info@kurdigeh.com
|
|
|
Wê nîvê şevê Li wê çolistanê Li erzê mew’ûd, li milkê bavê
Te Ji nav ranên ramanên serxweş Xwe li bin guhê Heyînê wer kir..
Bavê te Wekê kalemêrên Bi derba zemên ketî Li kêleka şevê rûniştî Û pal dayî bîra xwe ya zingargirtî Strana qederên xelitî dilorand Li ber guhê te..
Û diya te Wekê keşejinên Bi maçekî bêhemdî ber girtî Li rondikên poşmaniyê avis Bi awirên ko Navika te ji xwe dikir Û bi ‘ber’ê xwe Xwe diricimand..
Nalîna te a pêşîn Wekê kalîna berxên berşîr Ku ji guhanan nû hatîne birîn Tî û tenê..
Vê destê sibê Di nav pancikên Ji xwûna keçkaniya diya xwe Li goristana ‘kuştiyên ve-nemirî’ Wekê şeytanqûnîyên Bi şewba reenkarnasyonê ketî Li rastiya xwe digerî Û digirî..
Pezkûviyê Cûdî
05. 11. 2008 / Kavilistan
----
|
|
|
|