Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
|
Arşîv
Lêgerîn
2013
2012
2011
2010
Select
Kanûna paşî
Select
Sibat
Select
Adar
Select
Nîsan
Select
Gulan
Select
Hezîran
Select
Tîrmeh
Select
Tebax
Select
Îlon
Select
Çiriya ewil
Select
Çiriya paşî
Select
Kanûna ewil
Kurmancî » Nivîsar || 2013-06-16 23:42
Emil Cioran li ser kimtê bêhêviyê
Wêjevanê romanî/fransî Emil Cioran (1911–1995) li welatê xwe bi xerîbiyê hest dikir, dema jê derket got ko ew dê biçe cihekê ko xwe lê nas bike. Cioran dibêje mirovên baş welatên wan nînin, welat ne tenê mal û erd e, lê belê welat ew dera ewle ya ko rêza mirovî lê bêt girtin û mafê mirovî lê bêt parastin e. Cioran dibêje dera ko dergehê jiyanê li ber mirovî bigire, divêt mirov ji wê derê biçe, berê xwe bide ciheke dûr, heger mirov bikare bila navê xwe jî biguhere û dest bi jiyaneke nû ya bi dilê xwe bike. Emil Cioran li gundê Rasinarî li herêma Transilvaniyayê ya romanî sala 1911-ê hatiye dinyayê, wê hingê Romaniya beşek ji Awisturiya-Macaristanê bû, li gundê wî mekteba despêkê tenê hebû, lewra malbata wî bar kir û çû bajarê Sibiuyê. Cioran paşê di navbera du bajaran de Bucharest û Berlî
Kurmancî » Helbest || 2013-06-13 20:58
XEWA BI TENÊ
Muazzez jineke xewarî bû, Li ser milên min raza. Min bi lêvikî jê re got, ranezê Muazzez, Lêvên wê şiyar bûn.
Kurmancî » Ziman || 2013-06-12 12:55
Paşeroja zimanê kurdî: senaryoyeka wekhevîxwaz
Her tim ji min re di pirsa ka kurmancî yan soranî bihê hilbijartin yan têkilek ji her duyan bihê çêkirin mesele zelal e ku bijarteyeka sêyê heye: divê wekhev li kurmancî û soraniyê bihê nêrîn. Ez diêşim gava dibînim ku kurd yên ku zimanên din dizanin hînî rênivîsa kurdî, bi herfên latînî yan yên erebî, nebûne. Ez dihizirim ku hemû zarokên kurd fêrî van wek ku xezîneyeka neteweyî û parçeyek ji nasnameya wan ya kurdî bin bihên kirin. Ez gelek kêfxweş bûm gava min berî çend salan dît ku Kurdsat, kanala tv-ê ya YNK-ê, rênivîsa latînî (bi ç û ş jî!) di weşanên xwe de bi kar diîne. Divê hêza televîzyonê di nasandina tiştên ku ji xelkî re di esil de biyanî ne kêm nehê dîtin.
Kurmancî » Nivîsar || 2013-06-11 11:33
Nirxandineka li ser romana Fawaz Husênî ya "Evdo û çend bêhnikên şadiyê"
Evdo kurdek ji Helepçeya wêran e û li Parîsa xopan dijî. Di gel xeyalê xwe yê têkçûyî, ku Sedam Hisên jiyana wî bi gaza kîmyewî serobino kiriye. Romana Fawaz Husên, ya bi navê "Evdo û çend bêhnikên şadiyê" beşek ji jiyana kurdek Helepçeyî ye ku hêj xwe ji şopên wê trawmayê rizgar nekiriye û nikare xwe rizgar jî bike. Di romanê de Evdo ji bo ko ji rastiya xwe bireve û "çend bêhnikên şadiyê"bijî berê xwe dide Yewnanîstanê û di girav û dîroka Yewnanîstanê de noqî deryaya xeyalan dibe. Mixabin Evdo her çiqas bixwaze xwe bi fantezî û xeyalên şehewî ji rastiya xwe, ya rasttir xwe ji qedera xwe dûr bigire jî rewş û ronahiya Nazenînê ji ber çavên wî wenda nabe. Gava Evdo dicihişe xwe stêrkên qedera xwe ya li esmanê Helepçeyê hatî vemirandin dibîne û hezar naletan li Seddam Hisên û hemî temaşevanê
Kurmancî » Helbest || 2013-06-10 23:24
ZIMANÊ DAYIKÊ
Zimanê dayikê! Çi qas xweş e Em tevekî bi hev re Kurmanci biaxivin… Zimanê dayikê! Zimanekê pir xweş e Em bi wî zimanî Pir serbilind in Navê min kurmancî ye Manaya wê pir xweş e Ji ber ko kirmancî ye Ez pir serbilind im… Em çend sal in Em têkoşînê dikin Ji ber ko em Kurmanci diaxivin Ca mêzekin! Em pir serblind in Weka me tûne ye Ji ber ko em kurmanc in Em yek in Em serbilind in Em baş in Ji ber ko em Kurmanci diaxivin… --------- Hêlîn OCAKLIK